Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heddad Adil Berbijarîya Xwe Bo Serokatîya Îranê Hilweşand


Xulam-Alî Heddad Adil
Yek ji kandîdên muhafezekarên Îranê roja Duşemê berbijarîya xwe bo serokatîya welatî hilweşand.

Xulam-Alî Heddad Adil got ku ew dixwaze delîva serkeftina kandîdên din yên muhafezekar li hilbijartinan zêde bike.

Heddad Adil, yê 68-salî, alîkarê rêberê Îranî Alî Xameneyî ye. Ew herwiha xezûrê kurê Xameneyî ye.

Roja Yekşemê, Hewzeya Qumê ya navdar piştgîrîya xwe jibo kandîdê serokatî Alî Akbar Wîlayetî ragihand.

Hilbijaritna serokatî ya Îranê roja Înî, 14’ê Hezîranê birêve diçe.
XS
SM
MD
LG