Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hesen Ruhanî Dibe Serokê Nû yê Îranê


Kandîdê nermrê yê Îranî Hesen Ruhanî piranîya dengên hilbijartina serokatî ya Îranê bidest xist.

Wezîrê karê hundir yê Îranî roja Şembî ragihand ku Ruhanî dengên pêdivî bidest xist da ku bibe serokê nû yê Îranî.

Reformistên Îranê û serokê berê Mihemed Xatemî piştgîrîya xwe jibo Ruhanî ragihandibû.

Ruhanî, yê 64 salî, li sala 1989’ê heta 2005’ê sekretêrê Encûmena Bilind ya Parastina Niştîmanî bû.

Ew herwiha endamê Civata Şarezayan e (Meclisê Xibriganê Rehberî), ku civateke rêberê bilind yê Îranê destnîşan dike.
XS
SM
MD
LG