Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranî Kêfxweşîya Xwe Dîyar Dikin Hemberî Serkeftina Ruhanî


Welatîyên Îranî li paytext û bajarên din kêfxweşîya xwe dîyar kirin hemberî serkeftina ne çaverêkirî ya kandîdê nermrê Hesen Ruhanî li hilbijartina serokatî ya roja Înî.

Ruhanî, ku ji layê reformxwazan ve hatibû piştevanîkirin, şîya pitir ji nîva dengên dengderên Îranî bidest bixe.

Serkeftina birêz Ruhanî xuya dike ku piranîya Îranîyan bêzar in ku jiber rêbazên tund yên Mehmûd Ahmedînejad, welatê wan rastî cezayên aborî û vederkirinê bûye.

Serokê hibijartî Ruhanî li roja 3’ê Tebaxê dest bi karê xwe dike.

Hikûmeta Amerîkî roja Şembî ragihand ku em pîrozbahî li gelên Îranî dikin jibo beşdarîya wan li proseya dengdanê.
XS
SM
MD
LG