Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîr: Êdî Xwepêşander li Taksîmê Wek Terorist Tên Hesibandin


Egemen Bagiş
Egemen Bagiş
Wezîrekî Tirk dibêje ku êdî her kes jibo xwepêşandanê biçe qada Taksîmê li Stenbolê wek endam yan alîgirê komela teroristî tê hesibandin, li gorî rojnameya Hurriyet.

Di hevpeyvînekê de ligel televisyona A Haber ya Tirkîyê, wezîr Egemen Bagiş daxwaz li xwepêşanderan kir ku vegerin malên xwe.

Birêz Bagiş dibêje ku “mixabin êdî her kes li wir bimîne wek alîgir yan endamê komeleke teroristî ji layê dewletê ve tê hesibandin.”

Wezîrê Tirk herwiha medyaya bîyanî rexne kir û got ku ew dixwazin bi mebest xwepêşandanên Tirkîyê mezin bikin.

Egemen Bagiş wezîrê Tirkîyê ye jibo karûbarên Yekîtîya Ewropî.
XS
SM
MD
LG