Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gerdenzerî: Dibêjin We Çawa Ev Rengê Kurdî Daye Muzîka Rock


Hunermend Kerem Gerdenzerî
Hunermend Kerem Gerdenzerî
Damezrînerê Koma Wetan ku yekemîn gruba Rock a Kurdî ye Kerem Tahir Gerdenzerî ji Dengê Amerîka re behsa serpêhatîya xwe ya destpêkirina muzîkê dike.

Ew dibêje, jiber ku wan di stranên xwe de, gotin, reng û dengê civaka Kurd bikar anîye, hezkarên muzîka Kurdî piştî ew qas dem derbas bûye, hê jî li wê muzîkê guhdar dikin.
Koma Wetan cara ewil sala 1977’an wek komeke muzîka Kurdî beşdarî festîvala muzîkê ya li bajarê Tîflîsê dibe ku li wir jî xelatê distîne û bêhtir tê nas kirin.

Albûma pêşî ya Koma Wetan ya bi navê ‘Bayê Payîzê’ di sala 1989’an de, tê tomar kirin. Di sala 1991’ê de jî piştî kom belav dibe Kerem Gerdenzerî bi serê xwe karê muzîkê berdewam dike.

Hunermendê Kurd ji Dengê Amerîka re dibêje, dema wan xebat li ser muzîka rockê dikir mebesta wan ew bû, rengê xwe û civaka xwe têde nîşan bidin.

Ew dide xuya kirin, gelek kes jê pirs dikin bê çawa wan karîye vî rengê Kurdî di muzîka rockê de bi cî bikin.

Demek berê stranên Koma Wetan û yên Kerem Gerdenzerî ku ji du sêlikan pêk tê li Stenbolê jinûve hatin tomar kirin û derketin pêş hezkarên muzîka rocka Kurdî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG