Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan ji Qeterê ne Razî ye


Ofîsa nû ya Talîbanê li Qeterê
Ofîsa nû ya Talîbanê li Qeterê
Hikûmetê Afganistanê roja Yekşemê ragihand ku li hêvîya şirovekirineke zelal e derbarê meseleya ka çawa rê tê dayîn jibo koma mîlîtan ya Talîbanê ku ofîsekê li Qeterê vekin û ala xwe lê hildin.

Lê belê berdevkê Wezareta Derve ya Afganistanê Cenan Mosazay got ku hikûmeta Afganî dê her şandeke xwe ya aştîyê jibo danûstandinên ligel Talîbanê bişîne Dohayê.

Ofîsa Talîbanê roja Sêşema bihurî di merasîmeke li ser weşana televizyonê de hate vekirin. Hikûmeta Amerîkî ragihandîye ku ewê danûstandinên fermî ligel nûnerên Talîbanê bike. Paşê dê hikûmeta Afganî jî tevlî danûstandinan bibe.

Hêjayî gotinê ye ku Talîban ala xwe li ser avahîya ofîsa xwe ya Qeterê bilind kiriye.

Ev yek jî bûye cihê gumanê ji alîyê hikûmeta Afganî de. Lê berdevekî Talîbanê di daxuyanîyekê de got ku ew yek bi rêkeftinekê ligel hikûmeta Qeterê hatîye pêk anîn.
XS
SM
MD
LG