Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow: Snowden Derbasî Rûsyayê Nebûye


Balafirgeha Şeremetyevo li Moskow.
Hikûmeta Moskow radigihîne ku welatîyê Amerîkî Edward Snowden derbasî Rûsyayê nebûye, herçende tê bawer kirin ku Snowden li beşê transit yê balafirgeha navneteweyî ya Moskow be.

Snowden, kontraktorê berê yê Ajansa Parastina Niştîmanî (NSA) û karmendê berê yê Ajansa Agahîya Navendî (CIA), ji layê Amerîkayê ve hatîye xwestin jiber eşkerekirina pêzanînên nepenî yên taybet bi karên NSA.

Wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov roja Sêşemê got ku Snowden derbasî xaka Rûsyayê nebûye. Lavrov herwiha red kir ku Rûsya agahdarî planên sefera Snowdin e.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry roja Duşemê daxwaz li Rûsyayê kir ku Snowdin teslîmê Washingtonê bike, û Moskow hişyar kir ku gerek di vê pirsê de hevkarîya Washingtonê bike.
XS
SM
MD
LG