Komîsyona Aqilmendan ku jibo pêvajoya aştî çareserîyê hatibû erkdar kirin, raporên xwe pêşkeşî Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kirin.
Serokwezîr Erdogan, di civînê de guhdarîya 7 raporên ji 7 herêmên Tirkîyê yên encama xebatên aqilmendan kir.
Piştî dawîbûna civîna aqilmendan bi Serokwezîr re, pêşî berdevkê hikûmetê Huseyîn Çelîk bi daxuyanîyekê derket pêş rojnamevanan.
Birêz Çelîk dîyar kir, endamên Komîsyona Aqilmendan pirsê wekî pirsa Kurd na nirxînin ku ew pirsê wekî pêvajoya demokratîkbûnê dinirxînin jibo her kesên li vî welatî xwe mexdûr hîs dikin.
Endamê Gruba Herêma Rojhilata Tirkîyê, Serokê Weqfa Cem Îzzettîn Dogan piştî derketina ji civînê li ser pirsa Dengê Amerîka ji rojnamevanan re agahîyên civînê parve kirin.
Dogan got, ‘Em dikarin bibêjin ku li hin herêman piştgirîyeke xurt jibo pêvajoyê heye. Lê, li hin herêman jî hin xem û metirsî hene ku hinek jî ji berdewama pêvajoyê bi guman in.’
Endamê Komîsyona Aqilmendan yê Herêma Rojhilatê Tirkîyê Abdurrahman Kurt, naveroka civînê bi taybet li ser babeta pirsa Kurd ji Dengê Amerîka re şîrove kir.
Kurt got, daxwaza sereke pêkanîna wekhevîyê ye ku Kurd ji xapandinê Tirk jî ji parçebûnê ditirsin.
Vahap Coşkun ku endamê gruba aqilmendan ya Herêma Anatolîya Navîn e, ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku hikûmet jibo avêtina hin gavan li benda dawîbûna vekişîna PKK ye.
Coşkun jî got, ji xeynî pirsa Kurd gelek pirsên din jî hene ku bi çareserkirina wan pirsan re wê pirsa Kurd jî çareser bibe.