Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama li Afrîkaya Başûr e


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje ku Amerîka dixwaze bazirganîyeke baştir li Afrîkayê bike û ew gefeyan ji wêberhênana Çînî ya mezin li wê parzemînê nabîne.

Di konferanseke rojnamevanî de ligel Serokê Afrîka Başûr Jacob Zuma li Pretoria, Serok Obama got ew kêfxweş e ku welatên wekî Çîn, Hindistan û Brazîl pereyan tînin Afrîkayê.

Lê belê Serok Obama got, pêwîst e welatên Afrîkayê piştrast bikin ew weberhênan kar û pereyan jibo hemwelatîyên Afrîkayê bînin.

Rêxistinên mafên mirovan kompanyên Çînî bi bikaranîna zêde ya çavkanîyên xwezayî yên Afrîkayê tawanbar dikin, li dema ku alîkarîya hikûmetên zordar û gendel dike. Çîn van îdîayan red dike.
XS
SM
MD
LG