Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê Firokên Şer Deverên Serhildayan Dikin Armanc


Taxek ji taxên Humsê
Taxek ji taxên Humsê
Çalakvanên Sûrî dibêjin ku firokên şer roja Şemîyê çend êrîş ji derveyî Şama paytext pêk anîn, li dema ku rejîma Serok Beşar Esed hewil did serhildayan ji wê deverê derxîne.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku pevçûnên nû li derdora Şamê pêk hatine û hikûmetê êrîş li ser deverên li jêr dest serhildayan li bajarê Humsê kirine.

Çavdêrî dibêje, ev bûye çend roj ku taxên Humsê rastî bombebarankirineke berdewam tên.

Rêxistina ku bingeha wê li Brîtanya ye herwiha radigihîne ku êrîşên asmanî yên hikûmetê roja Şemîyê parêzgeha Rîf Dîmeşq kirine armanc ku di encama wê de birîndar derketine û tê ragihandin ku kuştî jî hene.

Sûrîyê ketîye nav vî şerê navxweyî piştî ku serhildaneke aştîyane dijî desthilata Serok Beşar Esed bû şoreşeke çekdar.

Hêjayî gotinê ye ku Neteweyên Yekbûyî dibêje, nêzîkî 93 hezar kes di şer de hatine kuştin, lê diyar dike ku dibe jimara rastîn bi gelekî mezintir be.
XS
SM
MD
LG