Hevpeymanîya opozisyona Sûrî ya sereke roja Yekşemê ragihand ku 200 kesên sivîl li mizgefteke nêzîkî paytexta Sûrî asê mane, li dema ku şer ji derveyî mizgeftê di navbera serhilda û hêzên ser bi Serokê Sûrî Beşar Esed li dar e.
Di daxuyanîyekê de, Hevpeymanîya Niştimanî ya Sûrî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku hişyarîyekê bişîne ji rejîma Esed re jibo wan kesên asêbûyî demûdest azad bike.
Hemdem, çalakvanên Sûrî gotin ku bombeyên hawin li ser deverên cuda li Şam a paytext ketin ku di encamê de kesek hate kuştin û çend kesên din birîndar bûn.
Li gorî rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan, ev êrîş di demekê de hatin ku artêşa Sûrî êrîş dibir ser kampa Yermûk ya penaberên Felestînî ku ew jî li ser sînorê bajêr e.