Rêberê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) dibêje ku Partîya Karkerên Kurdistanê tucaran hêzên xwe ji Tirkîyê venakişîne.
Di gotarekê de roja Yekşemê, Devlet Bahçelî herwiha got ku PKK tucaran dest ji çekan bernade, li gorî rojnameya Hurriyet ya Tirkîyê.
Rêberê MHP’ê got ku PKK niha xwe jibo serhildanê amade dike.
Li gorî rêkeftineke navbera hikûmeta Tirkîyê û Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK razîbûna xwe ragihand ku hêzên xwe ji Tirkîyê vekişîne Herêma Kurdistana Îraqê.