Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Tundûtûjîyên Sûrîyê de 42 Kes Hatin Kuştin


Bi sedema bombebarankirina gundên derdora bajarê Îdlib ji layê hêzên hikûmeta Sûrîyê ve, bi kêmî ve 29 kes hatin kuştin ku şeş ji wan zarok in, li gorî çalakvanan.

Hêzên rejîma Beşar El Esed li nêzîkî sînorê Tirkîyê roja Duşemê êrîşa gundên bin kontrola hêzên serhildayan dikin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan radigihîne ku hêzên Esed bi roketan êrîşa pênc gundên nêzîkî bajarê Îdlib li bakura welatî kirin.

Heşt jin û şeş zarok di navbera wan 29 kesan in ku di wan êrîşan de hatîne kuştin.

Herwiha bi sedema teqîna otomobîlekê li derveyî ofîsa polîsên bajarê Dîr Atîyeh, 13 kes hatin kuştin ku 10 ji wan polîs bûn.
XS
SM
MD
LG