Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kaya: Divê Hikûmet jibo Gavan li Benda Vekişînê Nemîne


Dr. Îhsan Kaya
Dr. Îhsan Kaya
Navenda Lêkolînên Çandî ya Navnetewî (UKAM) ku bi taybet li ser pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd lêkolînan dike, li ser rewşa dawî ya vê pêvajoyê analîzek bi sernavê, ‘Pirsa Kurd, Nirxandina Pêvajoya Çareserîyê’ belav kir.

Nivîskarê analîzê Doç. Dr. Îhsan Kaya ku li UKAM’ê kar dike ji Dengê Amerîka re xebatên UKAM’ê û rewşa dawî ya pêvajoya çareserîyê nirxand.

Lêkoler Kaya destnîşan kir, “bi sedema bûyerên Gezî Parkê di pêvajoya çareserîyê de rawestînek çêbû, wan jî xwest bi vê analîza xwe ya dawî pêvajoyê li rojevê dîsa zindî bikin û rewşa dawî raxin pêş çavan.”

Akademîsyen Kaya li ser gumanên her du alîyên pêvajoyê agahî dan û got, “bawerîya her du alîyên ku pêvajoyê birêve dibin jî bi hevdu ne temam e. Loma gavên têne avêtin beramberê hev in û dudilî ne.”

Wî dîyar kir, “divê hikûmeta AKP’ê jibo gavên demokratîk yên pirsa Kurd li bendê nemîne ku vekişîna hêzên çekdar dawî bibe.”

Lêkolerê UKAM’ê agahî dide, “di rapirsîyên wan de, rêjeya daxwazên dewleta Kurdî li gor daxwazên bihevrejiyana bi dewleta Tirkîyê re pir kêm derketine. Ev jî jibo pêvajoyê kredîyek e. Lê dirêjbûna pêvajoyê jî xeterîyan bixwe re tîne.”

Birêz Kaya da xuya kirin, “divê partîya opozîsyonê CHP ligel nexşerêyekê destê AKP’ê sivik bike û li ser pirsên bingehîn yên Kurdan, wekî statu û nasnameyê bikeve nav hewildanan.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:16 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG