Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan: Şervanên Talîbana Pakistanê li Sûrîyê Tune Ne


Endamên Talîbana Pakistanê
Endamên Talîbana Pakistanê
Wezareta Derve ya Pakistanê red kir ku şervanên Talîbana Pakistanê çûne Sûrîyê da ku ligel serhildayên Sunnî şerê rejîma Serok Beşar Esed bikin.

Her li roja Sêşemê, berdevkekî Wezîrê Hundir yê Pakistan got ku îstixbaratên Pakistanê û karbidestên polîs piştrast nekirine ku şervanên Talîbanê çûne Sûrîyê.

Komendarên Talîbana Pakistanê îdîa dikin ku wan kamp li Sûrîyê amade kirine û bi sedan ji endamên xwe şandine wir da ku ligel serhildayên Sunnî şer bikin. Mezine karbidestên Talîbana Pakistanê serhildayên Sûrî wekî “birayên Misilman” û “hevalên Ereb” da nasîn.

Ev ne cara yekê ye ku nûçeyên derbarê şervanên biyan li Sûrîyê derdikevin holê. Dagerbûna jimarên mezin ji şervanên biyan di nav Sûrîyê de, hewildanên Amerîkayê jibo alîkarîkirina serhildayên Sûrî dijwartir dike, bi taybet li vê dema ku Washington biçekirina serhildayên dijî hikûmeta Esed dide ber çavên xwe.
XS
SM
MD
LG