DÎYARBEKIR —
Endamê Daîmî yê Meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Seydî Firat ji Dengê Amerîka re got “ Abdullah Ocalan jibo çareserîyê li hemberê tevgera xwe û gele xwe bû kefîlê dewletê. Serokwezîr bixwe jî nikare ewqas bibe kefîlê dewleta xwe.“
Sîyasetvanê Kurd destnîşan kir dibe ku hikûmeta AKP'ê li gorî xwe hîsaban kiribe lê divê ev hesab ne li ser maxdûrîyeta gelê Kurd be û weha dewam kir “Jiber sîyaseta hikumetê li hemberê pêvajoyê di nav Kurdan de dûdilîyek çêbûye. Me digot teredutên xwe kêm bikin lê heta cîhek em dikarin gel qane bikin. Hikumet bi gotinên populer nikare heta dawîyê vê pêvajoyê birêve bibe, divê gavên berbiçav bavêje."
Endamê Meclîsa DTK'ê Seydî Firat da zanîn Abdullah Ocalan di nameya xwe ya dawî ya ku ji Qendîlê re hinartîye de gotîye “Hêvîya qewetek zêde ji min nekin û hun jî tedbîrên xwe bigrin."
Birêz Firat weha dewam kir “Niha ev pêvajo li ser pişta Kurdan diçe. Em dibêjin çi dibe bila bibe divê ev pêvajo dewam bike. Rewşa hikumetê her diçe xerab dibe. Herkes bi teredut e. Ger pirsgirêk derkeve û ev pêvajo bixitime ê pir tiştên xerab rû bidin ku ez naxwazim xeyal jî bikim."