Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Artêşa Misirê Mihemed Mursî Revand”


Osama Mursî, kurê serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî.
Malbata serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî bi tundî artêşa welatî rexne kirin û gef xwarin ku penayê dibin ber rêyên qanûnî jibo azadkirina wî.

Di konferanseke rojnamevanî de roja Duşemê li Qahîre, malbata Mursî artêş bi revandina serokê berî tometbar kir.

Kur û keça Mursî dibêjin ku her ji roja 3’ê Tîrmehê vir ve, wan babê xwe nedîtîye. Di wê rojê de, artêşa Misirê desthilata serokatîya birêz Mursî hilweşand.

Mursî, yê Îslamî, di dengdaneke demokratîk de li sala bihurî wek yekemîn serokê sivîl yê Misirê hate hilbijartin.

Artêşa Misirê radigihîne ku wan Mursî binçav kir jibo parastina wî. Karbidestên artêşê dibêjin ku rewşa tendururstîya wî baş e.
XS
SM
MD
LG