Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Amerîka û Îsraîl Nehatîne Vexwendin


Abbas Araghchi
Abbas Araghchi
Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku Amerîka û Îsraîl nehatîne vexwendin ku li merasîma sondxwarina serokê hilbijartî amade bin.

Peyvdarê Wezareta Derve, Abbas Araqçî roja Sêşemê got ku rêberên hemû welatên din, di nav de Brîtanya, jibo wê merasîmê hatîne vexwendin.

Merasîma sondxwarina Hesen Ruhanî li roja 4’ê Tebaxê li Tehranê birêve diçe.

Ruhanî li hilbijartina serokatîya ya 14’ê Hezîranê, wek heftemîn serokê Komara Îslamî ya Îranê hate hilbijartin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG