Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc Bijareyên Dijwar Jibo Amerîka li Sûrîyê


General Martin Dempsey.
General Martin Dempsey.
Efserekî mezin yê artêşa Amerîka hişyar da ku maytêkirin di şerê navxweyî yê Sûrîyê de dê bi milyaran dolaran lê here û dikare bi awayekî lezgîn bibe hewildaneke metirsîdar jibo Amerîkayê.

General Martin Dempsey, berpirsê hêzên hevbeş yên Amerîkî, lîsteyek bijareyan pêşkêşî Kongresa Amerîka kir jibo rawestandina nakokîya xwîndar li Sûrîyê. Ev cara yekê ku Pentagon bi awayekî eşkere egera rabûna Amerîka bi karekî vekirî jibo Sûrîyê, diyar dike.

Nameya Dempsey jibo herdu senatoran John McCain û Carl Levin ya ku roja Duşemê hate belavkirin, bijareyên Amerîka eşkere kir ku di nav de rahênana hêzên opozisyonê, pêkanîna êrîşên asmanî û danîna herêmeke nefirîn li Sûrîyê cih digirin.

Nameya General Dempsy piştî gengeşeyeke germ li Kongresê di navbera Dempsey û Senator McCain hat. McCain wekî piştgirekî maytêkirina leşkerî tê nasîn.

McCain rêbertîya bangan li Kongresê kiriye jibo biçekkirina serhildayan û danîna herêmeke nefirîn jibo parastina hêzên opozisyonê ji hêza asmanî ya Esed.

Lê endamê Kongresa Amerîkî Trey Radel, yê ku piştgirîya qanûnekê derbarê qedexekirina maytêkirina leşkerî li hundir Sûrîyê, derbirîn kir ku ew li dijî maytêkirina leşkerên Amerîkî ye.

Ev gotûbêj tê kirin li vê dema ku Koşka Spî ya ku gavinan davêje jibo biçekkirina serhildayan bi çekên sivik, destpê kiriye pênasînê dike ku birêz Esed dibe heta demekê li ser desthilatê bimîne.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG