Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Derve ya ENKS’ê ligel Opozîsyona Sûrî Dicive


Komîteya Têkîlîyên Derve ya Encûmena Niştîmanîya Kurdên Sûrîyê (ENKS), li Stenbolê civînekê pêk tîne ku bi Koalîsyona Opozîsyona Sûrîyê re jî rûne.

Biryar e civîn li 1’ê meha 8’an li Stenbolê pêk were û ev komîte bi opozîsyona Sûrîyê re jî dest bi danûstandinên sîyasî bike.

Komîteya ENKS’ê cara pêşî 25’ê meha 6’an li Stenbolê civînek saz kiribû û berpirsên têkilîyên derve destnîşan kiribûn.

Endamê ENKS’ê ji Partîya Pêşverû Behzat Brahîm, li ser civîna Komîteya Derve ya ENKS’ê jibo Dengê Amerîka agahîyan dide.

Ew dide xuya kirin, wî ligel Berdevkê Komîteya Derve ya ENKS’ê Hoşeng Derwîş jibo civîna 1’ê Tebaxê bi opozîsyonê re hevdîtinek pêk anîye ku bi rêberê beşa Krîstîyan yê opozîsyonê Mîşel Kîlo re jî hatine ba hev.

Endamê ENKS’ê dibêje, birêz Kîlo jibo hewildanên herêmeke otonom li herêma Kurdên Sûrîyê nerazîbûna xwe nîşan daye ku wan jî jê re gotîye, Kurdan hîna biryareke wiha ne standîye.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG