Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PYD Banga Yekdengîya Partîyên Kurdî li Sûrîyê Dike


Berpirsekî Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) dibêje ku hebûna gelê Kurd li Sûrîyê di metirsîyê de ye, piştî şer û pevçûnên navbera Yekîneyên Parastina Gel û komeleyên tundrê yên Îslamî li bajarên nêzîkî sînorê Tirkîyê.

Nûnerê PYD’ê li Ewropayê Abdulselam Mistefa dibêje ku îro êrîş li ser gelê Kurd li Sûrîyê tê kirin, her kes jî dizane ku êrîş ne li ser hêzekê bitenê tê kirin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Abdulselam got ku “em dixwazin partîyên Kurdî yekdeng bin û em bi hev re alîkar bin, şerek li ser me heye.”

Nûnerê PYD bang li partîyên din yên Kurdî kir û got “werin hun çi dixwazin, emê alîkar bin bi hev du re. Niha êrîşek li ser me heye, em çewa bikaribin gelê xwe biparêzin.”

Birêz Abdulselam herwiha got ku “yek partî bitenê çi qas xurt be û çi qas hêza wê hebê, di warê sîyasî de nayê qebul kirin. Em dixwazin şirîkê me çêbibe, em dixwazin di nava me de xebatê bikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:11:31 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG