Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şerê YPG’ê û Çekdarên Tundrê "120 Kes Hatîne Kuşin"


Çekdarên Yekîneyên Parastina Gel.
Çekdarên Yekîneyên Parastina Gel.
Li şerê navbera çekdarên Kurd û çekdarên ser bi El Qayde li bakura rojhilata Sûrîyê nêzkî 120 kes hatîne kuştin, li gorî rêxistineke Sûrî.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku şerê navbera Yekîneyên Parastina Gel li dijî çekdarên Cebhet El Nusre û Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê jibo du heftîyan berdewam e.

Li gorî wê rêxistinê, ji wan 120 kuştîyan, 79 endamên Cebhet El Nusre û Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê ne.

Şer û pevçûnên vê dawîyê li roja 6’ê Tîrmehê li bajarê Serêkanîyê, nêzîkî sînorê Tirkîyê, destpêkir.

Pevçûn herwiha li bajarê Til Abyad û bajarokên din jî qewimîn.
XS
SM
MD
LG