Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Rêberên Îslamî li Misirê Hatin Binçavkirin


Alîgirên Mihemed Mursî.
Alîgirên Mihemed Mursî.
Polîsên Misirê du rêberên partîyeke ser bi tevgera Îxwan El Muslimîn binçav dike.

Abu Ela Mehdî û Essam Sultan rêberên Partîya Weset ya hevalbenda Îxwan in, li gorî ajansa Associated Press.

Karbidestên Misirî dibêjin ku ew du rêber hana tundûtûjîyan didin.

Hevdem, xwepêşandana alîgirên serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî berdewam e, herçend wezîrê navxwe yê Misirê ew hişyar kirin ku hêzên parastinê xwe amade dikin ku xwepêşandana wan hilweşînin.

Di destpêka vê mehê de artêşa Misirê desthilata Mihemed Mursî yê Îslamî hilweşand, ku yekemîn serokê hilbijartî yê sivîl bû.
XS
SM
MD
LG