Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîr Barzanî li Tirkîyê Hevdîtinan Dike


Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro Sêşemê piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê re li Enqerê beşdarî fitarê dibe. Sibe Çarşemê jî bi Serokwezîr Erdogan re tê ba hev.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hate Tirkîyê.

Serokwezîr Barzanî, jibo çend hevdîtinan bi pilebilindên Tirkîyê re bike êvara roja Duşemê gihîşt Tirkîyê.

Wezîr Davutoglu li ser vê serdanê da xuya kirin, ‘Birêz Nêçîrvan Barzanî çend mehan carekê serdana welatê me dike. Niha jî jibo em danûstandinan li ser geşedanên dawî yên Îraqê û Sûrîyê bikin têne ba hev.’

Li gor nirxandinên bîragiştî û daxuyanîyên karbidestan, babeta sereke ya van danûstandinan herêma Kurdên Sûrîyê ye.

Dîsa rewşa Îraqê ku li demeke nêz hilbijartinên krîtîk yên herêmî pêk tên, geşedanên devera Rojhilata Navîn, rewşa bazirganî ya navbera her du welatan û herwiha babeteke din ya girîng li vê serdanê jî amadekarîyên Kongreya Netewî ya Kurdistanê ye.

Hêjayî gotinê ye, Tirkîye li ser biryarên ku li Kongreya Netewî ya Kurdistanê werin standin daxwaz dike, jibo devera Rojhilata Navîn û welatên cîran nebin sedema metirsîyan.


please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG