Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Îsraîlî û Felestînî li Washington Kom Dibin


Şandeyên Îsraîlî û Felestînî li Washington kom dibin jibo encamdana gotûbêjan li ser destpêkirina danûstandinên aştîyê, sê salan piştî hilweşîyana danûstandinan.

Wezîrê Derve yê Ameîrkî John Kerry roja Sêşemê bi wezîra dad ya Îsraîlî Tzipî Livnî û serokê şandeya Felestînî Sayb Erêkat re kom dibîn.

Birêz Kerry jibo xwarina şîvê şeva Duşemê li avahîya Wezareta Derve mêvandarîya Livnî û Erêkat kir.

Herwiha balyozê berê yê Amerîkî li Îsraîlê Martin Indyk wek nûnerê taybet yê hikûmeta Amerîkî bo danûstandinên li navbera Îsraîlî û Felestînîyan hate destnîşankirin.
XS
SM
MD
LG