Serok Barack Obama li Washington ligel serokên şandeyên Îsraîlî û Felestînî re kom bû.
Civîna li Qesra Sipî dûr ji kamîrayên ajansên ragihandinê birêve çû.
Şandeyên Îsraîlî û Felestînî li Washingtonê ne jibo encamdana gotûbêjan li ser destpêkirina danûstandinên aştîyê, sê salan piştî hilweşîyana danûstandinan.
Tzipi Livnî nûneratîya Îsraîlê dike û Sayb Erêkat nûnerê Felestînîyan e.
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry serperiştîya danûstandinan dike.
Hikûmeta Amerîkî roja Duşemê balyozê berê yê Amerîkî li Îsraîlê Martin Indyk wek nûnerê taybet yê xwe bo danûstandinên li navbera Îsraîlî û Felestînîyan destnîşankirin.