Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor: Şervanên Biyan li Sûrîyê Dê Bibin Pirsgirêk li Herêmê


Hikûmeta Esed li Sûrîyê rastî rikberîyeke dijwar ji alîyê serhildayan ve tê, serhildayên ku mîlîtan ji welatên din jî tevlî wan bûne. Ev şervanên biyan alîkarîyê didin serhildayên Sûrî, lê pispor dibêjin, dibe ku ew herin welatên din şer bikin dema ku şerê navxweyî li Sûrîyê bidawî bibe.

Derbaskirina sînor jibo şerê ligel mîlîtanên xwecihî ne tiştekî nû ye. Yekîtîya Sovyêtê rastî şervanên biyanî li Afganistanê di salên 80ê de hat, û Amerîka jî li Îraqê rastî wan hat. Karbidestê berê yê Ajansa Sîxorîya Amerîka (CIA) Paul Pillar dibêje ku şervanên biyan li Sûrîyê dibe ku bibin sedema nearamîyê li deverên din ji wê herêmê yan jî cîhanê.

Bombekirina sala 1996 li Bircên Xober li Erebistana Saudî ku tê de 19 leşkerên Amerîkî hatin kuştin, gelek caran wekî wê mînakê tê zanîn dema ku şervanên biyan rê ji hemwelatîyên Erebistana Saudî re vekirine ku êrîşên terorîst li welatê xwe pêk bînin.

Şirovekar dibêjin ku Sûrîyê derfetê dide gelek Misilmanên Sunnî ku herin li wir şer bikin. Stephen Tankel pisporê dijberîya terorê li Zanîngeha Amerîkî li Washington e.

Li vê dema ku civaka navneteweyî balê dide ser peydakirina çareserîyeke siyasî jibo şerê Sûrîyê, pispor li Washington bawer dikin, divê karbidest li ser planan kar bikin ku çareyekê ji wan grupên çekdar re bibînin dema ku nakokî bidawî bibe.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:48 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG