Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guçlu Serdanên Barzanî û Mislim bo Tirkîyê Dinirxîne


Îbrahim Guçlu
Îbrahim Guçlu
Sîyasetvan Îbrahîm Guçlu destnîşan kir hatina Serokwezîrê Herêma Kurdîstanê Nêçîrvan Barzanî û ya Serokê PYD'ê Salih Mislim bo Tirkîyê him bi hev re girêdayî ye him jî jihevdû cuda ye.

Birêz Gulçu îfade kir demekî dûr û direje peywendîyeke stratejik ya siyasî û aborî heye di nav hikûmeta Kurdîstanê û Tirkîyê de. Her du alî jibo bêçek kirina PKK'ê di hevkirinekî de ne.

Sîyasetvanê Kurd got “Mesela Sûrî tevlîhev e. Tirkîye jî dixwaze bi ser Abdullah Ocalan li Sûrîye roleke bilîze. Tirkîye dixwaze mesajeke sîyasî û eskerî bide Sûrye û İranê da ku beje dema ku ez bixwazim, dikarim li ser PKK û PYD tesîr bikim."

Gulçu di berdewamîyê de, li ser kuştîna Îsa Huso jî got "ne dûr e ku li rojavayê Kurdîstanê bûyer û teqînên bi vî rengî zede bin.

Jibo ku PYD rejîma Esad destek kir muxalefet bi Kurdan re ket şer û dibe ku ev mesele veguhere bibe mesela Kurd û Ereban."

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:55 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG