Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî bi Fermî Dibe Serokê Îranê


Hesen Ruhanî
Hesen Ruhanî
Hesen Ruhanî bi fermî dibe serokê heftemîn yê welat, dema ku cihê serok Mehmûd Ehmedînejad digire.

Ruhanî di merasîmekê de li jêr çavdêrîya rêberê bilind yê Îranê, Ayetollah Alî Xamenei, posta serokatîyê werdigire.

Di êvara wergirtina postê de, Rûhanî bû cihê kêşebarîyê dema ku hinek gotin derbarê Îsraîlê kiribû.

Ajansa ISNA ya Nûçeyan li Îranê destpêkê ragihand ku Ruhanî Îsraîl wekî “birînek li ser laşê cîhana Misilman” binav kiriye û “pêwîst e were hilanîn.”

Ajansên nûçeyan yên navneteweyî ew axaftin belav kirin û serokwezîrê Îsraîlê bersivek bilez derxist.

Televizyona dewletê li Îranê paşê got, daxuyanîya Ruhanî hatine guhertin. Televizyonê vîdyoyeke weşand ku tê de rojnamevan hevpeyvînê ligel Ruhanî dikin û Rûhanî dibêje ku “dagîrkirina herêmên Filestînî wekî birîneke kevin di laşê civaka Îslamî de ye.”
XS
SM
MD
LG