Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnan: Firokeya Sûrî Êrîşa Sînorî Kir


Ajansa nûçeyan ya ser bi dewleta Libnanê ragihand, firokeyeke şer ya Sûrî çend deverên li ser sînorê ligel Libnanê kirîye armanc.

Di encama wê êrîşê de bi kêmî neh kes hatin kuştin û neh yên din birîndar bûn.

Karbidestekî ewlekarîyê li herêma Beka ya Libnanî êrîşa roja Şemîyê piştrast kir û got ku balafira Sûrî bajarokê Yebrûd yê bin kontrola serhildayan kire armanc. Bajarokê Yebrûd li ser sînorê Libnanê ye.

Karbidestê Libnanî gota ajansa Associated Press ku di nav kesên ku hatin kuştin de şeş kes ji heman malbatê hebûn.
XS
SM
MD
LG