Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Başbug Jîyana Xwe di Zîndanê de Didomîne


Ilker Başbug
Ilker Başbug
Dadgeheke Tirkîyê cezayê zîndana ebedî li dijî serfermandarê berê yê artêşê ragihand.

General Ilker Başbug yek bû ji 275 tawanbaran ku li doza Ergenekonê hatibûn dadgehkirin û roja Duşemê cezayê wan eşkere bû.

Sê parlamenterên ser bi Partîya Komara Gel jî bi cezaya 12 heta 35 salên zîndanê hatin cezakirin. Di heman dem de dadgehê tawanbarîya 21 kesên din hilweşand.

Dadgehkirina bergumanên doza Ergenekonê jibo pênc salan berdewam bû, piştî tawanbarkirina wan bi bizavkirin jibo hilweşandina hikûmeta AK Partî.
XS
SM
MD
LG