Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sabahattîn Korkmaz: Nikarî Bêjî Êdî li Tirkîyê Dewlet Paqîj Bû


Sabahattîn Korkmaz
Dadgeheke Tirkîyê cezayê zîndana ebedî li dijî serfermandarê berê yê artêşê General Ilker Başbug ragihand.

Bi giştî 275 tawanbarên doza Ergenekonê hatibûn dadgehkirin û roja Duşemê dadgehê hukimê li dijî wan ragihand.

Sabahattîn Korkmaz, pisporê qanûnî û sîyasetmedar, dibêje ku gelek ji wan serbaz û komandaran demeke dirêj li Kurdistanê wezîfedar bûn di wextê wan de 4,000 gund hatin şewitandin û 17,000 kes wenda bûn.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Korkmaz got ku ew tawanbar “bi xwe ne demokrat in û bawer bi demokrasîyê nakin jî. Ji destê wan bihatiba wê deh caran li hemberî hikûmeta Tirkîyê darbe jî bikiriban.”

Birêz Korkmaz herwiha got ku “to nikarî bêjî ku piştî general û darbexwazan ceza girtin, êdî li Tirkîyê dewlet paqîj bû û êdî problemên ber bi demokrasîyê neman.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG