Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Amerîkî Karmendên Balyozxaneya Xwe li Yemenê Vekişand


Wezareta Derve ya Amerîkî karmendên balyozxaneya Amerîkayê li Yemenê vekişand, jiber gefeyên êrîşên teroristî.

Wezareta Derve roja Sêşemê ji hemû welatîyên Amerîkî li Yemenê xwest ku li wî welatî nemînin jiber ku îhtîmaleke mezin heye êrîşên teroristî û alozîya sivîl li wî welatî çêbibin.

Hikûmeta Brîtanî jî tevaya karmendên balyozxaneya xwe li Yemenê vekişand.

Bi sedema gefeyên êrîşên teroristî, hikûmeta Amerîkî biryara girtina balyozxane û konsulxaneyên xwe da jibo roja Yekşemê li welatên Rojhilata Navîn û bakura Afrîkayê. Lê belê 19 balyozxane û konsulxaneyên Amerîkî heta roja 10’ê Tebaxê her hatîne girtin.
XS
SM
MD
LG