Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Feysel Yusif: Miletê Kurd li Sûrîyê Gelek Şepirze ye


Her ji destpêka serhildana Sûrîyê vir ve, Kurd li beşên din çalakî û xwepêşandanan dikin jibo piştgirîya gelê Kurd li Sûrîyê. Lê belê ligel zêdebûna gefeya komeleyên tundrê yên Îslamî li dijî Kurdan li hejmareke gund û bajarokan, pêdivîya Kurdên Sûrîyê bi alîkarîyan mezintir dibe.

Endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê û endamê Desteya Bilind a Kurd Feysel Yusif dibêje ku îro gelê Kurd li Sûrîyê “gelek şepirze ye” û pêdivî bi her awayekî alîkarîyan heye.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Feysel got ku “em hêvîdar in miletê me li Kurdistana Tirkîyê, li ya Îraqê, li ya Îranê bikaribin piştgirtina xelkê sivîl û miletê Kurd li Sûrîyê bikin.”

Sîyasetmedar Feysel Yusif herwiha hêvî xwest ku di Kongreya Neteweyî ya Kurd de piştgirîya berjewendîya gelê Kurd li Sûrîyê bihête kirin.

Biryar e Kongreya Neteweyî ya Kurd roja 24’ê Tebaxê li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê birêve biçe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:28 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG