Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Misirê Herî Kêm 12 Çekdar Kuştin


Helîkoptereke artêşa Misirê li esmanê herêma Sînay
Helîkoptereke artêşa Misirê li esmanê herêma Sînay
Karbidestên artêşa Misirê dibêjin ku helîkopterên artêşê êrîşa kombûneke çekdarên gumanlêkirî kir û di encam de herî kêm 12 kes li herêma Sînayê ya bakura welatî hatine kuştin.

Karbidest dibêjin ku şeva Şembî sê helîkopteran li bajarê Şêx Zuweyîd çekdar kirin armanc.

Peyvdarê artêşê Ahmed Mihemmed Alî di peyamekê de li rûpela fermî ya xwe li tora civakî ya Facebook ew hêriş piştrat kir. Wî got ku 25 çekdar bûne armanca wê êrîşê, lê belê wî hejmara kuştîyan eşkere nekir.

Peyvdarê artêşê herwhia got ku ew çekdar xwestî bûn, jiber desthebûna wan di hêrişeke sala bihurî de bibû sedema kuştina 16 leşkeran.
XS
SM
MD
LG