Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bozyel: Kongreya Neteweyî ya Kurd Gaveke Dîrokî ye


Bayram Bozyel
Bayram Bozyel
Kongreya Neteweyî ya Kurd roja 24’ê Tebaxê bi beşdarîya Kurdên hemû parçeyan li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê birêve diçe.

Bayram Bozyel, rêberê Partîya Maf û Azadîyan (HAK PAR) dibêje ku civîna kongreya neteweyî ya Kurd “gaveke dîrokî ye jibo Kurdan, jiber ku Rojhilata Navîn serûbin dibe û li her parçeyê Kurdistanê şert û merc roj bi roj li gor hewcedarîya Kurdan dikemilin.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Bozyel got ku “kongre dikare di qada navneteweyî de dengê Kurdan bilind bike.”

Lê belê birêz Bozyel got ku “xeter ew e ku ev kongre bikeve bin bandora hîn hîzb û hîn grûban. Eger grûb û hîzb bixwazin bandora xwe li ser kongreyê deynin, ewê sebebê têkçûnê be û ez ditirsim ku serkeftî nebe.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:28 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG