Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Mayîna Kurd li Rojava Pêwîst e


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî dibêje ku gerek Kurd li Sûrîyê bimînin.

Di peyamekê de roja Yekşemê birêz Barzanî got “di çend rojên derbasbûyî de jî bi sedema wan giriftên li Rojavayê Kurdistanê de hene hejmareke zêdeyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê serî li Herêma Kurdistanê kirine.”

Serokê Herêma Kurdistanê got ku “daxwaz li hemû xelkê Kurdistanê dikim ku hevkariya Hikûmeta Herêmê bin li yarmetîdan û nîştecîhkirina wan xuşk û birayên ezîz ku ji ber sîtem û zordariyê hêviya xwe bi Herêma Kurdistanê ve girêdane.”

Birêz Barzanî herwiha got “hatina wê hejmara zêdeyê xuşk û birayên me yên Kurdên li Rojava babetekî hestiyar e û em naxwazin Rojava bê çol kirin û Kurd têde nemîne.”

Li gorî Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) , 7750 Kurdên Sûrîyê bitenê roja Pêncşemê derbazî Herêma Kurdistana Îraqê bûn.
XS
SM
MD
LG