STENBOL —
Endamê Komîteya Navendî yê Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûrîyê (Yekîtî) Zerdeşt Mihemed dibêje, ‘Kurd nikarin bi çend tivingan herêma xwe biparêzin, lê karin bi navê Desteya Bilind a Kurd ku beşdarîya opozîsyona Sûrîyê bike mafê xwe biparêzin.'
Rêveberê Yekîtîyê ku li bajarê Qamişlo xebatên sîyasî dike, li Stenbolê jibo Dengê Amerîka rewşa herêmê, vekirina derîyê Sêmalka û şertên giran yên jiyanê nirxand.
Birêz Mihemed da xuya kirin, ligel ku Kurdan karîye herêmên xwe biparêzin û bibin pêkhata sereke ya şoreşa Sûrîyê jî bi van êrîşên dawî yên ser Kurdan rewşa şoreşê hatiye guhertin.
Wî, bal kişand ser ku rewşa xelkê bajarên Kurd bi taybet jî piştî êrîşên ji derve tên pir xerab bûye û li ser vekirina derîyê Sêmalka got, ‘Me ne dixwest xelkê me bi vî rengî penaberî Kurdistana Îraqê bibe.’
Birêz Mihemed destnîşan kir, partîyên Kurdan xwedîtiyeke baş li gelê xwe nekirine ku ev penaberbûna berdewam jî nîşaneya wê ye.
Zerdeşt Mihemed, nûçeyên kuştin û revandina xelkê sivîl û dorpêça berdewam ya ser herêmên Kurdan piştrast dike. Wî dîyar kir, kuştinkarîya ser Kurdan qasî ku li medyayê bi firehî cî girtîye nebûye, lê zîyaneke pir mezin ya madî çêbûye.