Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bangên Bikaranîna Hêzê li Dijî Esed Piştî Êrîşên Kîmyawî


Tûrebûn û acizîya navneteweyî zêde dibe, piştî îdîayên ku dibêjin hêzên ser bi Serokê Sûrî Beşar Esed çekên kîmyawî li dijî sivîlan li derdora Şamê bikar anîne.

Çalakvanên opozisyonê dibêjin bi sedan kuştî jiber êrîşê derketine. Nuha hinek welat dibêjin, dem hatiye ku bi hêzê bersivek were dayîn.

Wêneyên zarokên li ser erdê ramidandî û nalîna wan hiştine ku hinek ji civaka navneteweyî bibêje, êdî bes e.

Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius dibêje, ne tenê bersivdanek şermezarkirinê, lê belê bersivdanek ku bikaranîna hêzê jî di nav de be pêwîst e.

Li Almanya, Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu ji nebûna bersiveke navneteweyî matmayî bûbû.

Davutoglu dibêje, hemû xêzên sor hatine derbaskirin, lê Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî hîn jî nikare biryarekê bistîne. Ev berpirsîya wan alîyên ku van xêzên sor datînin û ya me hemîyan e.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG