Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mubarek ji Zindanê Derket


Hikûmeta demkî ya Misirî serokê berê Husnî Mubarek ji zindanê berda û ew danî jêr zindana malê heta ku li hêvîya dawîbûna doza xwe ya girêdayî kuştin û gendelîyê bimîne.

Helîkopterekê roja Pêncşemê birêz Mubarek ji zindana Tora ya Qahîreya paytext veguhest nexweşxaneyeke leşkerî li nêzîkî paytextê. Mubarek yê 85 salî di dema veguhestinê de nehate dîtin.

Televizyona dewleta Misirê got, Serokwezîr Hazim el Beblawî fermana zindana malê jibo Mubarek da, wekî beşek ji siyasetên awarte ku vê mehê derketine holê.

Hêjayî gotinê ye, serokê berê yê Misirê Husnî Mubarek tê dadgehkirin.li ser girêdana wê bi kuştina bi sedan xwenîşanderên opozisyonê di serhildana sala 2011'ê de ku desthilatdarîya wî ya 30 salî bi dawî kir.
XS
SM
MD
LG