Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Refomên Nû Jibo Xwendina Bilind li Amerîka Plan Dike


Serokê Amerîkî Barack Obama
Serokê Amerîkî Barack Obama
Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, xwendina bilind li Amerîka “ticaran girîngtir nehatiye dîtin”, lê “ticaran jî buhatir nebûye.”

Birêz Obama di gotara xwe ya heftane de roja Şemîyê got, ew reformên nû plan dike ku derbasbûna zanîngehê erzantir bikin û rê bidin her kesî ku karibin buhayê xwendin û perwedîya xwe bidin.

Serok Obama got, di nav reformam de planek heye jibo alîkarîya Amerîkîyan bike ku qerzên xwe yên xwendekarîyê bînin rêjeya 10 ji sedî ji dahatên wan yên mehane.

Wî got, rêjeya xwendekarên ku nuha ji zanîngehan derdiçin bêtirî 26 hezar dolar deyn û qerz li wan hene.

Barack Obama herwiha got ku reform dê jibo her kesî ne gelêrî bin, wî got “ev rîya em nuha li ser in ne berdewam e.”
XS
SM
MD
LG