Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hagel: Hêzên Amerîkî Amade ne Êrîşa Sûrîyê Bikin


Chuck Hagel
Chuck Hagel
Wezîrê Berevanî yê Amerîkî roja Sêşemê got ku hêzên Amerîkî amade ne ku êrîşa Sûrîyê bikin û niha li benda fermana Serok Barack Obama ne.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona BBC, birêz Hagel got ku çar gemîyên êrîşber yên Amerîkî li Deryaya Sipî ne û dikarin bi mûşekan êrîşa armancan bikin li Sûrîyê û herwiha balafirên Amerîkî jî jibo êrîşan amade ne.

Birêz Hagel herwiha got ku dibe ku di demekê nêzîk de ajansên agahîyên Amerîkî piştrast bikin ku êrîşa kîmyawî ya heftîya bihurî ji layê rejîma Beşar El Esed ve hatîye encam dan.

Rêberê Pentagonê herwiha got ku Amerîka hemû bijaran berçav digire.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG