Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Îsraîl Bersiva Her Êrîşeke Rejîma Sûrî Dide


Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlî dibêje welatê wî wê bi tundî bersiva her êrîşeke rejîma Sûrîyê bide.

Benjamin Netanyahu roja Sêşemê got ku “eger Îsraîl bibe armanca her êrîşekê, emê bersiveke tund bidin.”

Hişdarîya serokwezîrê Îsraîlê di demekê de ye ku Amerîka kirîyareke leşkerî li dijî rejîma Beşar El Esed berçav digire, piştî êrîşa berguman ya bi çekên kîmyawî li dijî xelkê sivîl.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry dibêje ew nêzîkî piştrast e ku êrîşa kîmyawî ya heftîya bihurî ji layê rejîma Sûrîyê ve hatîye encam dan.
XS
SM
MD
LG