Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bê NY, Îtalya di Mudaxeleya Sûrîyê de Beşdar Nabe


Enrico Letta
Enrico Letta
Serokwezîrê Îtalyayê Enrico Letta dibêje ku welatê wî dizane çima Amerîka û Fransa dixwazin mudaxeleya leşkerî di Sûrîyê de bikin.

Lê belê Letta got ku Îtalya bê moleta Neteweyên Yekbûyî nikare di her mudaxeleyeke leşkerî de li dijî rejîma Beşar El Esed beşdar be.

Letta herwiha got ku Îtalya bi hemû şîyanên xwe bizavê dike ku çareserîyeke sîyasî jibo kirîza Sûrîyê vebîne, dema ku heftîya bihêt li civîna Grupa 20 li Rûsyayê beşdar dibe.

Hikûmeta Amerîkî radigihîne ku di êrîşa bi çekên kîmyawî ya roja 21’ê Tebaxê de 1,429 kes hatine kuştin ku 426 ji wan zarok in.
XS
SM
MD
LG