Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên Komela Opozisyona Îranî li Îraqê Hatin Kuştin


Endamên Mucahidînê Xelq li Îraqê.
Endamên Mucahidînê Xelq li Îraqê.
Li gorî hikûmeta Îraqî û rêxistineke opozisyona Îranê, hindek çalakvanên opozisyona Îranî li kampekê li nav Îraqê hatine kuştin.

Kuştin li Kampa Eşref pêk hat ku li bakura rojhilata Bexdaya paytext dikeve û ji dema Serokê berê Sedam Husên bûye ware nêzîkî 100 endamên koma Mucahidînê Xelq. Ev kom dijatîya rejîma Îslamî ya Tehranê dike. Hikûmeta Îraqê dixwaze kampê bigire û endamên Mucahidînê Xelq ji hundir welat derxîne.

Berdevkekî Civata Niştimanî ya Berxwedanê li Îranê, ku ew rêxistina Mucahidînê Xelk tê de endam e, îdîa kir ku di encama sergirtinekê de ji alîyê hêzên ewlekarîya Îraqê ve roja Yekşemê, ew kes hatin kuştin.

Berdevekê rêxistina ku bingeha wê li Parîsê, Şahîn Gobadî got ku 44 kes di nav kampê de hatin kuştin.

Ji alîyê xwe ve, berdevkê serokwezîrê Îraqê, Elî El Musewî, kuştina rûniştvanên kampê piştrast kir. Lê got ku raportên destpêkî nîşan didin ku ev kuştin di encama şerekî navxweyî de li hundir kampê derketîyê holê. El Musewî red kir ku hêzên ewlekarîya Îraqê berpirs bin hemberî kuştina endamên Mucahidînê Xelq.
XS
SM
MD
LG