DÎYARBEKIR —
1’ê Îlonê Roja Aşitîya Cîhanê li Stembol, Wan, Dîyarbekirê hat pîroz kirin. Pîrozabahîyên Dîyarbekirê li Qada îstasyonê bi beşdarîya dehan hezar kesan hat.
Hevseroka Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) Gulten Kişanak, Hevseroka Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Asya Ebdulla, Hevseroka Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk gotar pêşkêş kirin.
Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak balê da ser polîtîqayên AKP’ê û got “ Polîtîkaya Tirkiyê ya Rojhilata Navîn rixûya. AKP hê jî naxwaze bibine ku polîtîqaya wan xelet e û naxwaze bifikire ka şaşî û xeletîyên wan ji çi ne." Gulten Kişanak destnîşan kir Serokwezîr Erdogan bi zanebûn gavên jibo demokrasÎye bi derengî dixe.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdulla jî destnîşan kir aşitî û azadî, bi îrada gelan û bi şoreşa demokratik dê çêbe. Herwiha îfade kir li Rojhilata Navîn guhertin bê Kurdan çênabe. Li herêmê Kurdan aşitî pêk neyê li cîhên dine jî dê pêk neyê.
Birêz Ebdulla bal kişand ser êrîşên neha ku li ser Rojava tên kirin û got “Hemî êrîş li dijî destkeftîyên gele Kurd in. Jibo ku Kurd li Sûrî nebin hêza pêşeng, hêzên çete li ser bajarê Kurdan êrîş dikin. Gele Kurd neha li Rojava seferberîya Netewî dide meşandin."
Hevseroka PYD'ê balê da ser girîngîya Kongerya Kurdistanê û got di vê qonaxê da kongre gavekî dîrokî ye.
Birêz Ebdulla hewiladanên Tirkîyê yên li hemberê Rojava jî nirxand û weha dewam kir” Tirkîye siyaseteka ku derîya girt û piştgirî da hêzên çeteyan birêvebir. Eger Tirkîye dixwaze di guhertina Rojhilata Navîn de cî bigre divê sîyaseta xwe ya Rojava bigûhere û bibe alîgirê demokratîk jibo Sûrî.
Hesveroka KCD'ê Aysel Tugluk jî helwesta Tirkîyê ya li hemberê Rojava rexne kir û dîyar kir Tirkiye neha pir dil dike ku operasyonek leşkeri li ser Sûrî were kirin. Birêz Tugluk destnîşan kir di bingeha vê de Tirkîye dixwaze şoreşa Rojava têk hare. Sîyasetvana Kurd jibo pêvajoya çareserîyê jî got "AKP bi hesabên biçûk pêvajoyê heba dike. Ger ev car jî ev şans ji dest hare, ê ku wunda bike Tirkîye ye, AKP ye, Erdogan e. Ev car jî hêvî werin şikestin êdi aşitî jî ê gelek zehmet be."