Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Aştîyê li Stenbolê Hat Pîroz Kirin


Roja Aştîyê ya Cîhanî 1’ê Îlonê li Stenbolê bi xwepêşandan û ahengên curbecur hate pêşwazî kirin.

Ahenga herî mezin ya li Stenbolê bi pêşengîya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) li meydana Kadikoy hate lidar xistin.

Dîsa li gelek deverên Stenbolê ku yek ji wan Taksîm bû, bi minasebeta roja aştîyê aştîxwazan xelekên dirêj yên mirovan çêkirin.

Berîya ahenga Roja Aştîyê ya Kadikoyê endama Meclîsa Jinan ya BDP’ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê Nazliye Sîncar ji alîyê hevserê xwe yê berê Zeydan Harman ve bi êrîşeke çekdarî hate kuştin.

Kuştina jina Kurd hişt ku xemgîniyek li meydana Kadikoy jî peyda bibe ku Hevserokê BDP’ê Selahatîn Demirtaş jî di axaftina xwe de, kuştina jina Kurd bi tundî şermezar kir.

Hevserokê BDP’ê Demirtaş, li ser babetên rojevê jî daxuyanîyên girîng dan ku got, ‘jiber şer û xwînrijandina berdewam mixabin em nikarin roja aştîyê bi festîval û pîrozbahîyan bi coş pêşwazî bikin.’

Wî got, “deshilatdarîya AKP’ê li Sûrîyê û Misrê ligel mezlûman cî ne girtîye û di ser de jî şerm nake ku banga bombardimanê li Sûrîyê dike.”

Birêz Demirtaş, li ser pêvajoya aştîyê jî dîyar kir, "yên ku pêvajoya aştîyê misoger bikin ne BDP ne jî AKP ye, gel bixwe ye.”



Li ahenga meydana Kadikoyê beşdarên pîrozbahîya Roja Aştîyê ji Dengê Amerîka re hest û ramanên xwe parve kirin.

Jina Kurd Salîme Alp got, "zêde hêvîya min ji pêvajoya aştîyê nîn e."

Kurdê bi navê Ebdurrehmanê Botî ku ligel malbata xwe li Kadikoyê bû, bi taybet li ser rewşa Kurdên Sûrîyê xemên xwe anî ziman.

Dîsa kesek bi navê Kadrî Baykal jî bi boneya Roja Aştîyê daxwaza wekhevîyê kir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:08 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG