Eger Amerîka êrîşên asmanî li dijî Sûrîyê bikar bîne, ewê ev yek bibe operasyona herî dawî ji operasyonên leşkerî yên biyanî ji alîyê Amerîka de. Tişta balkêş vê carê ew e ku Serok Barack Obama daxwaza erêkirina Kongresê dike berî ku êrîşê destpê bike.
Hinek serokên berê çûne Kongresê jibo ragihandina şer piştî ku Amerîka bi awayekî rasterast kete ber êrîşê, wekî gava ku Japonê di destpêka Şerê Cîhanê ya Duwem de êrîşî Amerîka kir. Lê pirê caran, serokên Amerîkî jiber xwe ve biryar standine, bi rîya bikaranîna desthilata Komendarê Giştî yê Artêşê ku destûra Amerîkî maf didê. Di wê çarçeweyê de, wan bêy erêkirina kongresê leşkerên Amerîkî şandine ji derve, beşdarî êrîşan bûne yan jî hêzên leşkerî yên Amerîkî şandine ku ligel hevalbendên navneteweyî kar bikin.
Li gorî hinek serjimartinan, Amerîka di van pêncî salên vê dawîyê de beşdarî bêtirî 50 karên leşkerî bûye, bi rêjeya yek şer her sal. Yên herî girîng jî şerê Vietnam, Îraq û Afganistanê ne, û hinek din jî di nav de cih digirin wekî şerê Kuweyt, Bosnia, Pakistan, Lîbya, Grenada, Haîtî û Panama.
Di vê jimarê de, êrîşên Amerîkî yên firokên bêmirov cih nagirin, wekî êrîşên ku nuha li dijî mîlîtanên Talîbanê pêk tên.
Di 237 salên dîroka xwe de, Amerîka gelek caran leşkerên xwe şandiye. Dîrokê Amerîka wekî lehenga du şerên cîhanî tomar kiriye. Lê operasyonên wê yên derveyî Amerîka ne her gav serkeftî bûn.