Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Di Paşdexistina Kongreya Neteweyî de Bandora Hêzên Navdewletî Heye


Selahattin Demirtaş
Selahattin Demirtaş

Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş, di derbarê paşdexistina Kongreya Neteweyî de got "jiber hejmara endaman lihevnekrinek heye lê em dizanin ku tesîra hîn hêzên herêmî û navdewletî jî hene."

Birêz Demîrtaş destnîşan kir ger pêvajo xerab bibe, jiber helwesta hikûmetê dê bibe.

Birêz Demîrtaş got “Serokwezir radibe dibêje neha li ortê pêvajoya muzakareyê tuneye. Ger li rastê muzakare tunebe, hikmûet çima heta neha bi îmralî û Qandîlê re peywendî danî. Ger tu maneya van peywendîyan jibo hikumetê tunebe, wê deme em dikarin bejin ku hikumetê vê pêvajoyê bidawî kirîye.”

Hevserokê BDP'ê jibo weşana Kurdî ya Ajansa Anadoluyê got ” Jibo ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, divê pêşî zimanê Kurdî qebûl bikin. Ji ajansa dewletê re Kurdî serbest e lê jibo zarokên Kurdan li dibistanan qedexe ye. Ev nakokî ye.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:02 0:00
Direct link





XS
SM
MD
LG