Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye, Nakokîya Sereke ya Navbera Serok Obama û Putin e


Serok Barack Obama û Serokê Rûsî Vladimir Putin li hev nekirin, piştî li kêleka civîna sereke ya Grupa 20 li bajarê St. Petersburg li Rûsyayê kom bûn.

Di konferansên rojnamevanî de, herdu rêberan got ku civîna wan civîneke hevalînî û bi bandor bû. Lê belê ya xuya bû ku Sûrîye hê jî nakokî ya sereke ya navbera Washington û Moskovayê ye.

Di gotina birêz Putin de xuya bû ku Rûsya serhildayên Sûrîyê hemberî bikaranîna çekên kîmyawî tometbar dike.

Rêberê Rûsyayê herwiha got ku her operasyoneke leşkerî li dijî Sûrîyê binpêkirina qanûna navneteweyî ye.

Hevdem, Serok Obama got ku dibe ku Serokê Rûsyayê helwêsta xwe biguhere dema lêvekolên Neteweyên Yekbûyî raporta xwe li ser êrîşa kîmyawî ya li Sûrîyê eşkere dikin.
XS
SM
MD
LG